Tevî rêkarên hikumetê, lê Korona bilez li Siwîsra belav dibe

Korona bilez gehişte tevaya kertên Siwîsrayê û evero 14 kesan li welatî canê xwe ji dest dan û zêdetir ji 2200 kesên din tûşî Vayrosa Koronayê bûn e.

K24- Hewlêr

 Vayrosa Korona bilez gehişte tevaya kertên Siwîsrayê û evero 14 kesan li welatî canê xwe ji dest dan û zêdetir ji  2200 kesên din tûşî Vayrosa Koronayê bûn e.

Hikumeta Siwîsra biryar da, rewşa tabet li gor yasayên fedralî rabigehîne û hinek rêkarên xweparêzîyê bo rêgirtinê ji belavbûna Vayrosa Koronayê bigire ber.

Di meha Subata burî de, hikumetê pilanek bikar xistibû bo rêgirtinê ji belavbûna Vayrosa Koronayê û li 13yê evê mehê jî, plana dûyem û hejmareka rêkarên din yên xweparêzîyê girte ber, lê hemû ev pêngavên hanê nebûne rêgir li pêş belavbûn û teşenekirina evî derdî di wî welatî de.

Hikumetê biryar haya 4 Nîsana dahatî tevaya xwîndingehan daxe û di hinek kertan de heya dawîya meha Nîsanê xwîndin hatîye rawestandin û tevaya zanîngeh jî hatîne daxistin.