Îtaliya..Hejmara mirîyan bi sedema Koronayê her zêde dibe

Mêdyayên Îtaliya dawîn amara tûşbûn û mirinê bi sedema Vayrosa Koronayê di wî welatî de belav kir.

K24- Hewlêr

Mêdyayên Îtaliya dawîn amara tûşbûn û mirinê bi sedema Vayrosa Koronayê di wî welatî de belav kir.

 Li gor ku hatîye velavkirin, tenê di 24 demjimêrên burî de, 202 haletên miirnê li Herêma Lombardîya li bakûrê wî welatî hatîne tomarkirin. Bi vê yekê jî hejmara kesên bi derdê Kornayê mirine gehişte 1420 kesan.

Di vî bwarî de, Colyo Galîra, Şîwermendê çavdêrîya Herêma Lombardîya di kongireyeka rojnamevanî de, ragehand, evro, 1367 haletên nû yên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê li herêma wan hatîne tomarkirin.

Tekez jî kir, hejmara tûşbûyan li Herêma wan 14 hezar burand û ji evê hejmareyê 832 halet rewşa tenduristîya wan hestyare û li jêr çavdîya pizîşkî ya tund dane.

 Ev  di demekê de ye, duhî desthelatdarên wî welatî  can ji destdana 368 kesan bi sedema Koronayê ragehand.