Wezîrê bervanîya Emerîkayê û cêgirê wî hatin kirin
Wezareta berevanîya Emerîkayê (Pêntagon) korentînekirina her yek ji Mark Êsper, wezîrê Berevanîya Emerîkayê û cêgirê wî bi sedema gumana tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê ragehand.
K24- Hewlêr
Wezareta berevanîya Emerîkayê (Pêntagon) korentînekirina her yek ji Mark Êsper, wezîrê Berevanîya Emerîkayê û cêgirê wî bi sedema gumana tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê ragehand.
Di ragehandina wezareta Pêntagonê de hatîye, pişt piştraskirina 36 haletên tûşbûnê di nav karmendên wezaretê de, her yek ji Êsper û cêgirê wî hatine Korentîne kirin.
Ev di demekê de ye, li gor Ajasnsa Esoşêytid Pirês ya Nûçeyan, evro, Emerîka bo yekem car dije Vayrosa Koronayê Korona taqî kir.
Her evro, Mayîk Pompêw, wezîrê derveyê Emerîka dijînîya welatê xwe bo wan tuhemetên Çînê ragehand ku belavbûna Vayrosa Koronayê xistibû sitûyê Waşintunê de.