Îtaliya bîranîna 159 salîya yekgirtinê bi bêdengî dike

Evro 159 salîya yekgirtina Îtaliya ye, her sal bi rêresim û hejmareka çalakîyên cororane yên fermî ev bîrhatin birêve diçû. Ev sal bi sedema derde Koronayê, ku Îtaliya rêkarên tendurristî û xweparêzîyê girtîye ber û hatîye daxistin bo rêgiritinê ji teşenekirina Vayrosê; ev bîranîn tenê bi behskirin û navhînana wê dihête kirin.

K24- Îtaliya

Bo bîranîna 159 salîya yekgirtina Îtaliya, Entonyo Kontê, serok wezîrên Îtaliya di hejamrteya xwe de li Fêsbûkêm ragehand û got: Ti demekê Îtaliya wek evro pêdivî bi yekgirtinê nebûye, dal ala Îtaliya bi serbilindî bi hev re heldîn û bi dengê vilind û serbilind, sirûda nîştîmanîya bêjîn, bi yekgirtî, bi hemû şîyanên xwe bi hev re, ev dijminê neberçav ji nav bibîn.

Dibêje jî: Di van 159 salan de, Îtaliya bi hezaran arêşe bi serê wê re hatine, wek Şerê Cîhanê û Rijêma Faşî, lê serfirazane tim bi ser tevaya astengan re serketîne.

Berî 159 salan, li roja 17ya Adara, 1861ê ji alîyê Vştorîyo Êmanowêlîyê yê dûyem ê Savoya, yekgirtina Îtaliya hat ragehandin û Roma jî li sala 1870 hate nav wê yekgirtinê û piştî salekê bi paytexta Îtaliya ya Yekgirtî hate nasîn.