Birîtaniya.. Tomarkirina 407 tûşbûyên nû bi Vayrosa Koronayê
Desthelatdarên Tenduristîya Birîtaniya, evro, Sêşembîyê ragehandin, 407 kesên din li wî welatî tûşî Vayrosa Korona ya Nû bûne û bi vê yekê jî, hejmara tûşbûyan gehişte 1950 haletan
K24- Hewlêr
Desthelatdarên Tenduristîya Birîtaniya, evro, Sêşembîyê ragehandin, 407 kesên din li wî welatî tûşî Vayrosa Korona ya Nû bûne û bi vê yekê jî, hejmara tûşbûyan gehişte 1950 haletan.
Li gor datayên tenduristê, heya niha 55 kesan canê xwe ji dest dane ku piranîya wan kesên temen mezin bûne û arêşeyên tenduristî hebûne.
Hikumeta Birîtaniya duhî, daxwaz ji fermanberên ku ew kesên karê wan rê dide, bila ji dûr ve kar bikin û heya dikarin bila xwe ji kombûnên berfireh dûr bixin ji bo sinûrdarkirina belavbûna Vayrosa Koronayê û kêmkirina hejmara mirîyan.