Îtaliya.. hejmara mirîyan bi sedema Koronayê 2500 burand
Desthelatdarên Îtliya evro, Sêşembîyê ragehand, 345 kes li seranserî wî welatî di dema 24 demjimêrên burî de bi sedema Vayrosa Koronayê canê xwe ji des dane. Bi vî awayî jî hejmara tevaya mirîyan gehişte 2503 kesan.
K24- Hewlêr
Desthelatdarên Îtliya evro, Sêşembîyê ragehandin, ku di dema 24 demjimêrên burî de 345 kes li seranserî wî welatî bi sedema Vayrosa Koronayê canê xwe ji des dane. Bi vî awayî jî hejmara tevaya mirîyan gehişte 2503 kesan.
Hereweha desthelatdarên wî welatî, 3500 haletên nû yên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê di rojekê de tomar kirîne û hejmara tevaya tûşbûyan li Îtaliya gehişte 31506 kesan.
Niha hejmara kesên tûşbûyî li Îtliya ku çareserîyê werdigirin; ji hejmara tûşbûyên Çînê zêdetire. Niha li tevaya Çînê 8940 kes li jêr çareserîya pizîşkî ne, lê li Îtaliya 26062 kesên tûşbûyî dihêne çareserkirin.
Hejmara giştî yên tûşbûyan li tevaya cîhanê 190 hezar burand û di dmekê de hejmara kesên mirine bi sedema Koronayê gehişte 7893 kesan.