Zêdetir ji 9 hezar kes li Amerîka bi Korona ketine
Li Amerîka zêdetir ji 9 hezar haletên tûşbûna bi vîrusa Korona ketine û 150 kes jî bi wê vîrusê canê xwe jidest dane.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Amerîka zêdetir ji 9 hezar haletên tûşbûna bi vîrusa Korona ketine û 150 kes jî bi wê vîrusê canê xwe jidest dane.
Li gor amarên zanîngeha Johns Hopkins a Amerîkî, heta niha 9 hezar û 345 kesan tûşî vîrusa Korona bûne û 150 kes jî canê xwe jidest dane.
Ji aliyekî din ve, rojnameya “Washington Times” aşkere kirin, Hikûmeta Federalî ya Amerîka planek şandiye Kongressa Amerîkî û tê de diyar kiriye, rûbirûbûna vîrusa Korona dê 18 mehan berdewam bike.
Rêxistina Tenduristiya Cîhanê roja 11 vê mehê vîrusa Korona COVID-19 wek nexweşiyeke cîhanî ragihandibû. Niha jî ev virus li zêdetir ji 157 welata belav bûne û zêdetir ji 205 hezar kesî tûşî wê vîrusê bûne, ji wan jî zêdetir ji 8 hezar kesî jî canê xwe jidest dane.
Duhî jî Serokê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê Tedros Adhanom Gebresus vîrusa Korona bi dijminê mirovatiyê binav kir.
S. B