Îranê dawî amarên qurbaniyên Korona ragihand
Wezareta Tenduristiyê ya Îranê hejmara tûşbûyên bi vîrusa Korona gihîştiye 18407 kesan û 1284 kesan jî canê xwe jidest dane.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Tenduristiyê ya Îranê hejmara tûşbûyên bi vîrusa Korona gihîştiye 18407 kesan û 1284 kesan jî canê xwe jidest dane.
Cîgirê Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê Elî Riza Reîsî îro ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 1044 kes bi vîrusa Korona ketine û bi vî rengî, hejmara tûşbûyan gihîşt 18407 kesan.
Reîsî aşkere kir, di 24 demjimêrê bûrî de 149 kes li Îranê bi vîrusa Korona canê xwe jidest dane û hejmara qurbaniyan jî gihîşt 1284 kesan.
Ev yek di demekê de ye, pêştir Peyvdarê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand, li Îranê her demjimêrekê 50 kes bi vîrusa Korona dikevin û her 10 xulekan jî kesek canê xwe jidest dide.
Lê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê radigihîne, hejmarên kesên li Îranê bi sedema vîrusa Korona dimirin, 5 caran ji yên tên ragihandin zêdetir e.
S. B