Yekem haleta mirinê bi sedema Koronayê li Rûsiya hate tomarkirin
Fermangeha Berengarbûna Vayrosa Koronayê li Rusiya, evro ragehand: Li bajarê Mosko, jineka temen 79 salî ya tûşbûyî bi Vayrosa Koronayê canê xwe ji dest da.
K24- Mosko
Fermangeha Berengarbûna Vayrosa Koronayê li Rusiya, evro ragehand: Li bajarê Mosko, jineka temen 79 salî ya tûşbûyî bi Vayrosa Koronayê canê xwe ji dest da.
Herweha pizîşkan derbarê wê jinê gotin: Wê berê nexweşîya şekirî û dilî hebûye, lê bi sedema Vayrosa Koronayê li roja 13/3/ 2020 xistin jêr çavdêrîya pizîşkî û evro canê xwe ji dest da.
Berê jî Fermangeha Bernegarbûna Vayrosa Koronayê li Rûsiya aşkera kiribû, ku 147 kes li wî welatî tûşî Vayrosa Korona bûne û ji evê hejmareyê 5 kes hatîne çareserkirin û vegerîyane nav malên xwe.