Îspaniya.. di şev û rojekê de, zêdetir ji 200 kesan bi sedema Koronayê canê xwe ji dest dan
Hikumeta Îspaniay ragehand, hejmara haletên mirinê di welatê wan de ji 558 kesan gehişte 767 kesan, ev jî tenê di 24 demjimêran de.
K24- Hewlêr
Hikumeta Îspaniay ragehand, hejmara haletên mirinê di welatê wan de ji 558 kesan gehişte 767 kesan, ev jî tenê di 24 demjimêrên burî de.
Hevdem, Hejmara tûşbûyên Vayrosa Koronayê li wî welatî gehişte 17147 kesan.
Ev piştî wê yekê dihêt, ku duhî, Çarşembîyê, wezareta Tenduristîya Îspaniyayê ragehandibû, hejmara tûşbûyan 13716 kesin û 558 kesan jî canê xwe ji dest dane; lê ew hejmar evro bi awayeka sehimdar zêde bû.
Îspaniya ji 14/Adar/2020 ve, rewşa awarte ragehandîye û piştî Îtaliya dûyem welatê Ewrûpayê bû, ku evê biryarê bide.