NATO li Evxanistanê 1500 kesan korentîne dike

Fermandarê hêzên NATOyê li Evxanistan, Sikot Mîler ragehand, 1500 serbaz û karmendên girêbest ku bi evê dawîyê berê xwe dane Evxankistanê, hatin Korentîne kirin.

K24- Hewlêr

Fermandarê hêzên NATOyê li Evxanistanê, Sikot Mîler ragehand, 1500 serbaz û karmendên girêbest ku bi evê dawîyê berê xwe dayîne Evxanistanê, hatin Korentîne kirin.

Evro di daxuyanîyekê de, Mîler ragehand, ewên di vê hefteyê de, berê xwe dayîne Evxanistanê; divê tevaya wan bêne korentîne kirin.

Xuya jî kirîye, ti tûşbûyekê Vayrosa Koronayê di nav rêza hêzên ewlekarîya ser bi Hevpeymanîya Nêvdewletî de li Evxanistanê nîne û rêkarên tenduristî jî bi armanca rêgirtinê ye ji belavnbûna wî derdî di hêzên wan de.