Mîrê Monako tûşî Vayrosa Koronayê bû
Ajansa Esoşêytid Pirês belav kirîye, mîrê Monako, Elbêrt ê Dûyem tûşî Vayrosa Koronayê bûye û rewşa tenduristîya wî cêgîre.
K24- Hewlêr
Ajansa Esoşêytid Pirês belav kirîye, mîrê Monako, Elbêrt ê Dûyem tûşî Vayrosa Koronayê bûye û rewşa tenduristîya wê cêgîre.
Di beyannameyekê, Koçka Paşayî ya Monakoyê ragehandîye, di pişkinînê de derketîye, mîr Elbêrt tûşî Koronayê bûye û rewşa tenduristîya wî cêgîre û cihê tirsê nîne.
Monako mîrgeheke xwedî serwerî ye, dikeve berava Derya Sipî ya Navîn. Ji sê alîyan ve Firansayê li derdora wê mîrgehê ye. Navenda mîrgehê tenê 16 Kîlometran ji Îtaliya dûre. Hejmara rûnişvanên wê di navbera 37-38 hezar kesane. Ji alîyên sîyasî û peywendîyên derve serbixwe ye û ji alîyê serbazî ve, ser bi Firansa ye.