Elmaniya di şevek û rojekê de 2958 tûşbûn ên nû û 11 haletên mirinê bi sedema Koronayê tomar kir

Evro, Heyînyê, serokê Peymangeha Robêrt Kox a Elmanî, got: Hejmara helatên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê di navbera şevek û rojekê de 2958 halet zêde bûne û hejmara tûşbûyan gehişte 13957 kesan û hejmara mirîyan jî, gihişte 31 kesan.

K24- Hewlêr

Lotar Wîlîr, serokê Peymangehê daxwaz ji xelkê kir navberekê di navbera xwe û kesên din bihêlin ji bo rêgirtinê ji belavbûna Vayrosa Koronayê. Herweha amaje kir, ku biryara sepandina rewşa awarte di dest desthelatdarên welat de ye.

Wîlîr aşkera jî kir, hejmara tûşbûyan bi Vayrosa Korona (KOVID-19) li Elmaniya, di şevek û rojekê de 2958 halet zêde bûn û tevaya hejmara tûşbûyan li Elmaniya gehişte 13957 kesan. Herweha di 24 demjimêrên bur de jî, 11 haletên mirinê hatin tomarkirn û hejmara mirîyan bi sedema evî deerdî gehişte 31 kesan.

Çavkanî: Roterz