38 girtiyên zîndaneke New Norkê bi Korona ketine

38 haletên tûşbûna bi vîrusa Korona li zîndaneke bajarê New Yorkê hatin tomarkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

38 haletên tûşbûna bi vîrusa Korona li zîndaneke bajarê New Yorkê hatin tomarkirin.

Medyayên Amerîka belav kirin, piştî pişknînê derket ku 38 girtiyên di zîndana New Yorkê de bi vîrusa Korona ketine û niha di bin çavdêriya tenduristiyê de ne.

Ji aliyê xwe ve Koşka Sipî ragihand, pişknîn ji Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence û hevjîna wî re hatin kirin û derket ew tûşî vîrusê nebûne.

Ev di demekê de ye, di 24 demjimêrê bûrî de 46 kesan li Amerîka ji ber vîrusa Korona canê  xwe jidest dane.

Heta niha li Amerîka hejmara kesên bi vîrusa Korona ketine gihîştiye 26 hezar û 863 kesan û hejmara kesên mirine jî gihîştiye 348 kesan.

 

S. B