Hukimeta Slovakya bi maske û lepikan bawerî ji Serokomar wergirt
Hukimeta nû ya Slovakya bi Serokwezîriya Igor Matovic, bawerî ji Serokomar a Slovakya Zuzana Caputova, bi maskeyan û lepikan wergirt
K24 – Navenda Nûçeyan
Hukimeta nû ya Slovakya bi Serokwezîriya Igor Matovic, bawerî ji Serokomar a Slovakya Zuzana Caputova, bi maskeyan û lepikan wergirt.
Vayrosa Korona çarçoveya helkeftên dewletî jî, guherand.
Serokwezîrê nû yê Slovakya Igor Matovic, hukimeta xwe bi Serokomar a welatê xwe Zuzana Čaputová nasand û piştê sûndxwarinê dest bi erkê xwe kir. Ya balkêş ew bû, ku yekem car di dîrokê de hemû endamên Kabîneyê bi mask û lepikan xwe dan naskirin.
Heta niha 178 tûşbûyên Vayrosa Korona li Slovakya hene, tû mirin nebû ye.
C.B

