Îtalya.. Hejmara mirina bi korona nêzîkî 5 hezaran dibe
Li Îtaliyayê di heyama 24 demjimêrên bûr de nêzîkî 800 kes ji ber nexweşiya Koronayê mirin!
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Îtaliyayê di heyama 24 demjimêrên bûr de nêzîkî 800 kes ji ber vîrusa Korona canê xwe jidest dan.
Mirî û berkeftiyên vîrusa Koronayê li Îtaliya bi awayekî sosret zêde dibin û di 24 demjimêrên bûrî de 6 hezar û 557 kes bi wê vîrusê ketine.
Li gorî amarên fermî, di heyama 24 demjimêrên bûrî de herî kêm 793 kes ji ber Koronayê mirine û hejmara miriyan gihîştiye 4 hezar û 825 kesan.
Li gorî heman amaran, hejmara kesên ku bi wê nexweşiyê jî ketine, gihîştiye 42 hezar û 681 kesan. 6 hezar û 72 nexweş jî baş bûne.
S. B