Îranê daxwaza piştgiriyê ya Amerika hemberî Korona, red kiriye

Rêberê Olî yê Komara Islamî ya Îranê Elî Xamneyî, di axaftina xwe ya Newrozê di telewizyona fermî ya Îranê de ragihand, ku “Amerika çendîn caran ji me re gotin: em dikarin alîkariya Îranê ya dermanê û sarêjiyê bikin...

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêberê Olî yê Komara Islamî ya Îranê Elî Xamneyî, di axaftina xwe ya Newrozê di telewizyona fermî ya Îranê de ragihand, ku “Amerika çendîn caran ji me re gotin: em dikarin alîkariya Îranê ya dermanê û sarêjiyê bikin. Ev pêşniyarek balkêş bû. Me got wan, berî her tiştî hûn alîkariya xwe bikin. Ger derman di destê we de hebe, ji bo xwe bikar bîn in”.

Xamneyî, Amerika wekî xerabtirîn dijminê Îranê pênase kir û got, ku: “Birêvebirên Amerikayê derewîn, nemirov û terorist in”.

Rêberê Olî yê Îranê herweha anî ziman, ku: Kesek Îranî alîkariya Amerika qebûl nake.

 

 

 

C.B