Li devera Lombardîya Îtalî evro 360 haletên nû yên mirinê hatin tomarkirin

Destheldatdarên Îtaliya ragehandin, li devera Lombardîya, di rojekê de, 360 haletên nû yên mirinê hatine tomarkirin.

K24- Hewlêr

Destheldatdarên Îtaliya ragehandin,  li devera Lombardîya, di rojekê de, 360 haletên nû yên  mirinê hatine tomarkirin.

Ajansa Royterz, ji çavkanîyekî veguhaztîye, Hejmara mirîyan bi serdema belavbûna Vayrosa Korona li devera Lombardîya zêde bûn e û di 24 demjimêrên burî de, 360 haletên nû yên mirinê hatine tomarkirin.

Herweha Ajansê amaje bi zêdebûna hejmara tûşbûyan jî kirîye, li wê devera ku bajarê ku Mîlano ya paytexta darayî Îtaliyayê jî li xwe digire, 2590 haletên nû yên tûşbûnê hatîne tomar kirin û hejmara tûşbûyan li wê deverê gehiştîye 28370 haletan.

Çavkan: Roterz