Elmaniya civîna ji dû kesan zêdetir qedexe dike
Li Elmaniya roj bi roj Vayrosa Korona teşene dike û hejmara tûşbûyan di 24 demjimêrên bûrî de, gehişte ser 2000 kesan û 9 kesan jî canê xwe ji dest dan.
K24- Hewlêr
Li Elmaniya roj bi roj Vayrosa Korona teşene dike û hejmara tûşbûyan di 24 demjimêrên bûrî de, gehişte ser 2000 kesan û 9 kesan jî canê xwe ji dest dan.
Li gor biryarên nû yên wî welatî, hemû civîneka hevwelatîyan ji dû kesan zêdetir be qedexe ye.
Bi giştî li Elmaniya 18610 kes tûşî Vayrosa Koronayê bûne û ji evê hejmareyê heyan niha 55 kesan canê xwe ji dest dan e.