Emerîka bû sêyem welat ji alîyê hejmara tûşbûyan bi Vayrosa Koronayê
ji alîyê belvbûna Koronayê û bilindbûna amara tûşbûyên vayrosa Koronayê; Emerîka bû sêyem welatê cîhanê û hejamara tûşbûyan li wî welatî 30 hezar kes derbaz kir.
K24- Hewlêr
ji alîyê belvbûna Koronayê û bilindbûna amara tûşbûyên vayrosa Koronayê; Emerîka bû sêyem welatê cîhanê û hejamara tûşbûyan li wî welatî 30 hezar kes derbaz kir.
Navenda Berengarbûna Nexweşîyên Guhazok û Derdan ragehand: Di 24 demjimêrên burî de, hejmara tûşbûyên Koronayê li Emerîka 684 kes bûne. Bi vî awayî jî, hejmara tûşbûyan li tevaya Emerîkayê gehişte 30291 kesan.
Li Îspaniya heya evro êvarî 28603 tûşbûyî hebûn, lê Emerîka kete pêş wê. Çîn di pile ya yekem de ye bi 81054 tûşbûyan. Îtliya di rêza dûyem de ye û heya êvarîya evro 53578 haltên tûşbûnê tomar kirîye.