Hejmara mirîyan bi sedema Vayrosa Koronayê li Birîtaniya zêde bû
Li Birîtaniya hejmara helatên mirinê bi sedema Vayrosa Koronayê gehişte 283 kesan.
K24- Hewlêr
Li Birîtaniya hejmara helatên mirinê bi sedema Vayrosa Koronayê gehişte 283 kesan.
Wezareta Tenduristîya Birîtaniya ragehand: Tenê evro 47 kes bi Vayrosa Koronayê canê xwe ji dest dane.
Piştî ku li Birîtaniya 665 kesên tûşbûn; Hejamara Tûşbûyan gehişte 5683 kesan.
Hikumeta Birîtaniya ragehandîye hejmara rast a tûşbûyên Koronayê gelek ji evê hejmareya ragehandî zêdetire; çunku ev hejmara tûşbûyan ji encama pişkinînê derketine û hejmareka mezin ji xelkê pişkinîn ji wan re nehatine kirin.