Duyem gera hevbeş a Rûsî – Tirkî li Idlibê birêve çû

Duyem gera hevbeş a çavdêriyê ya Rûsî – Tirkî li Idlibê li ser riya navdewletî M4 birêve çû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Duyem gera hevbeş a çavdêriyê ya Rûsî – Tirkî li Idlibê li ser riya navdewletî M4 birêve çû.

Navenda Lihevhatinê ya Rûsî li Sûriyê ragihand, îro gera hevbeş a çavdêriyê ya Rûsî – Tirkiyê li riya navdewletî M4 di navbera Heleb û Laziqiyê de birêve çû, ji bo selametiya kesên di gerê de beşdar jî, riya gerê hat kurtkirin.

Wê navendê aşkere kir, Tirkiyê soz daye heger grûpên terorist rêgiriyê li gera çavdêriyê bikin, dê wan jinav bibe.

Roja 5ê Adarê Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan li ser agirbesta li Idlibê û avakirina karîdoreke ewle li ser navdewletî M4 rêkeftibûn.

Roja 15ê Adarê yekem gera çavdêriya ya Rûsî – Tirkî encam dabû, lê grûpên terorist rêgirî li gerê kiribû û ew ger nîvco bidawî bûbû.

 

S. B