Berlîn: Encamên pişkinîna Mêrkil a taybet bi Vayrosa Koronayê nerênê bû

Hikumeta Berlînê ragehand, Encama pişkinîn a Rawêjkara Elmaniya, Engêla Mêrkil a taybet bi Vayrosa Koronaya Nû (KOVID-19) nerênî derktîey û ev yek jî wek destpêk amaje ye ku tûşî Vayrosa Kornayê nebûye.

K24- Hewlêr

Gotebêjêr nivîsîngeha wezîrên Elmanîya, Ştîfan Zaybêrg, di dxuyanîyeka rojnamevanî de, got: Encamên wê pişkinîna evro hatîye kirin; nerînî derket.

Zaybêrg got jî: Li rojên dahatî, hinek pişkinînên nû bo Rawêjakara Elmaniya dihêne encamdan daku guman li ser evê encamê nemîne.

Gotebêjê hikumeta Elmaniya, Yekeşembîya burî ragehandibû, Mêrkil ketîye di korentîneya mal de, piştî ku têklî bi pîzîşkekî re kir û derket ew pizîşik helgirê Vayrosa Korona ya nû (KOVID-19) ye.

Ji alîyê xwe ve jî, Hêlge Birawin, rêvebrê nivîsîngeha rawêjkara Elmaniya ragehand: Mêrkil bo demeke gelek kêm ew pizîşik dîtibû; lew egerek mezin heye ku tûşî Vayrosê nebûye.