Li Mûsil çar haletên nû yên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê hatin tomarkirin
Sîrwan Rojbeyanî, cêgirê parêzgarê Mûsil ragehand, 4 haletên nû yên tûşbûnê bi Vayrosa Korona li sinûrê wê parêzgehê hatin tomarkirin.
K24-Hewlêr
Sîrwan Rojbeyanî, cêgirê parêzgarê Mûsil ragehand, 4 haletên nû yên tûşbûnê bi Vayrosa Korona li sinûrê wê parêzgehê hatin tomarkirin.
Aşkera jî kir, ew çar haletên evro hatine tomarkirin, hemû endamên yek malbat in, ku dayîk, bav û dû birayên tûşbûyê berê yê wî bajêrî ne.
Hejî amaje ye, ku tûşbûyê berê rojnamevan e û ji welatê Siûdîye vegerîya ye.
Rojbeyanî got jî: Tevaya ew kesên berkevtin li gel evî kesî hebûne, pişkinîn bo wan hatine kirin û em çaverê vegerîyana encamên pişkinînanîn dikîn ji Bexda.