Îtaliya dawî amara Koronayê belav kir
Desthelatdarên Îtaliya mirina 601 haletên nû yên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê ragehandin, bi vê yekê jî hejamra wan kesên li wî welatî bi sedema derde Koronayê canê xwe jidestdane; gehişte 6077 kesan.
K24- Hewlêr
Desthelatdarên Îtaliya mirina 601 haletên nû yên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê ragehandin, bi vê yekê jî hejamra wan kesên li wî welatî bi sedema derde Koronayê canê xwe jidestdane; gehişte 6077 kesan.
Aşkera jî kirine, heya niha 63 hezar 927 haletên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê hatine tomarkirin. Ji evê hejmareyê 7423 kes bi temamî çêvebûne.
Her evê êvarê Ajnasa Roterz ji çavkanîyeke haydar veguzatîye, 320 haletên nû yên mirinê bi sedema Koronayê li Herêma Lombardîya li Îtaliya hatine tomarkirin. Ev jî berdewamîya kêmbûna haletên mirinê li wê herêmê nîşan dide.
Herweha ragehandîye, hejmara mirîyan li wê Herêmê ji 3770 kesan derbaz bûye.
Ajansê aşkera kirîye jî, hejmara tûşbûyan li wê Herêmê, 1550 haletên din zêde bûye û tevaya hejmara wan gehişte 28760 kesan.
Aamara evro, Dûşembîyê li Lombardîya, bo roja dûyem kêmbûna hejmara mirîyan nîşan dide. Li Heyînî ya bûrî 380 haletên mirinê hatin tomarkirin û li roja Şembîyê 546 halet, lê duhî Yekşembîyê, 360 halet hatin e tomarkirin û evro jî kêmbûna hejmara mirîyan berdewam bûye.
Îtaliya, ku bi sedema evî derdî bi rewşeka karesat re derbaz dibe û di nav welatên cîhanê de di rêza yekem de ye ji alîyê hejamra mirîyan bi sedema Vayrosa Koronayê, ku li gor amarên fermî heya êvarîya dûhî Yekşembîyê 5476 haletên mirinê hebûne.