Ragehandineka nû ji Wezareta Tenduristîya Herêma Kurdistanê
Wezareta Tenduristîya hikumeta Herêma Kurdistanê ragehandina hejmare 27 derbarê amarên tûşbûnê bi Vayrosa Korona û korentînekirîyên Herêma Kurdstanê di 24 demjimêrên burî burî de belav kir.
K24- Hewlêr
Wezareta Tenduristîya hikumeta Herêma Kurdistanê ragehandina hejmare 27 derbarê amarên tûşbûnê bi Vayrosa Korona û korentînekirîyên Herêma Kurdstanê di 24 demjimêrên burî burî de belav kir.
Deqa ragehandina wezaretê:
Ragehandina wezareta Tenduristîyê
Hejmare 27
Derbarê nexweşîya Vayrosa Korona ya nû (COVID-19) li Herêma Kurdistanê, tîmên tenduristîyê berdewam in li gerîyan û pişiknîna gumalêkirîyên helgirên evê vayrosê û bi evê yekê jî:
- Hejmara hevwelatîyên di Korentînan de bûn 4671 hevwelatî bûne di 26 cihên cuda de ku di niha de tenê 1573 hevwelatî di korentîneyê de mane, 787 kes li Hewlêr, 339 li Silêmanîyê, 288 dihokê, 38 li Helbce, 32 li Germîyan, 54 li Raperîn û 25 li Koye. Herweha 3098 hevwelatê jê ji Korentêne derketin e û û vegerîyane nav malbatên xwe piştî temambûna dema dû heftîyan. Evro hejmareka hevwelatîyên din hatin korentînekirin, ku tevaya hejmara wan wan 78 hevwelatî bûn.
- Di dema 24 demjimêrên bûrî de, 327 pişkinîn hatin encamdan, 203 li bajarê Hewlêrê, 96 li Silêmanîyê û 28 li Dihok. Di encam de 9 tûşbûyên nû hatin tomarkirin bi vî awayî:-
- Li parêzgeha Hewlêr li tevaya 203 pişkinînan 72 nerênî bûn û 131 pişkinîn mane encamên wan di demjimêrên dahatî de derdikevin.
- li parêzgeha Silêmanîyê 8 erênî bûn, ku 5 zelam û 3 jin bûn, di nav wan de zelamek bi sedema nexûşîyeka dijwar a dirêjdem; piştî canê xwe ji dest da y pişkinîna wî bi erênî derket.
- Li parêzgeha Dihok 1 jin encama pişkinîna wê erênî derket.
- Di niha de hejmara tevaya helgirên Vayrosa Korona Nû (COVID- 19) li Herêma Kurdistanê 85 halet in, di nav wan de, 2 haletê mirinê hene û 22 nexweş jî bi temamî çêvebûne û yên din hemû li jêr çavdêrîya pizîşkî ne.
Tevî destxweşîyê bo wezareta navxwe û tîmên pizîşkîyê ku di kar de ne û daxwaz ji hevwelatîyab dikîn bi ti awyekê ji malên xwe. Carek din tika dikîn pabend bin bi rênimayî yên tenduristîyê û li malên xwe bimîn in û neçin derve daku berketîyên kesên din nebin û di dema pêwîst de, peywendîyê bikin bi hêla germa 122 di dema pêwîst de.
Wezareta tenduristîyê
Hikumeta Herêma Kurdistanê
23yê Adara/ 2020