Renge hejmara tûşbûyan li Îtaliya 10 caran ji niha zêdetir be

Serokê komkirina datayên Îtaliya belav kirîye, renge hejmara haletên tuşbûna Vayrosa Korona li Îtaliya; 10 caran zêdetir be ji ewa heya niha hatîye ragehandin.

K24- Hewêlêr

Serokê komkirina datayên Îtaliya belav kirîye, renge hejmara haletên tuşbûna Vayrosa Korona li Îtaliya; 10 caran zêdetir be ji ewa heya niha hatîye ragehandin.

Angêlo Borêlî, serokê Ajansa Paraztina Şaristnî ya Îtaliyayê bi rojnameya Rêpeblîka ra gotîye: Pişkinîna xelkî hatîye sinûrdarkirin û tenê yek kes ji 10 tûşbûyan dihête tomarkirin.

Bi bawerîya Borêlî, 640 hezar kes li Îtaliya tûşî evê Vayrosê bûn e.

Amaje bi wê yekê jî dike, Îtaliya daxwaz ji welatên wek Hindistan, Romaniya Rûsiya û Tirkiya kirîy, pêdawîstî û demamkan ji wan re bişînin, lê renge ev yek çê cîbicî nebe.