Cîhan.. Hejmara tûşbûyan bi Vayrosa Koronayê nêzîkî 400 hezaran dibe
Li gor amara dawîyê, rêjeya tûşbûyan bi Vayrosa Koronayê li Cîhanê ji 395 herzaran derbaz bûye û di çend rojên dahatî de, hejmara tûşbûyan li Ewrûpa û Emerîka gelek bilind dibe.
K24- Hewlêr
Li gor amara dawîyê, rêjeya tûşbûyan bi Vayrosa Koronayê li Cîhanê ji 395 herzaran derbaz bûye û di çend rojên dahatî de, hejmara tûşbûyan li Ewrûpa û Emerîka gelek bilind dibe.
Bi zêdebûna hejmara tûşbûyan li Îtaliya, Emerîka û Espaniya; ev sê welat li piştî Çînê dihên ji alîyê hejmara tûşbûyan ve, piştî wan jî, Elmaniya dihêt. Îran ku berê di rêzbenda sêyem de bû niha li dawîya evan welatan e.
Hejamra tûşbûyên Vayrosa Koronayê li gor amara dawîyê di van pênc welatan de bi vî awayîye:
Îtlaiya: 63927 kes
Emerîka: 46163 kes
Îspaniya: 35212 kes
Elmaniya: 29056 kes
Îran: 24811 kes
Bi dûv evan welatan re, her yek ji Firansa, Siwîsra, Koriya Başûr, Birîtaniya û Nemsa dihên.
Hejmara mirîyan jî bi sedema Koronayê zêdetir ji 17 hezar kesan e û heya niha nêzîkî 104 hezar kes jî li tevaya Cîhanê çêvebûne.
Çavkanî: Euronews