Pêntagon: 174 serbazên Emerîkayê tûşî Vayrosa Korona bûne

Di beyannameyekê de, Wezareta Berevanîya Emerîkayê (pêntagon) ragehand, 174 serbazên Emerîka tûşî Vayrosa Koronayê bûne. Bi vî awayî jî, bi hemberkirin li gel amara duhî, 41 haletên tûşbûnê zêde bûne.

K24- Hewlêr

Di beyannameya Pêntagonê de hatîye, ji bilî serbazan, 59 karmendên sivîl û 61 ji kesûkarên wan tûşî Vayrosa Korona bûne, tevî tûşbûna 27 serbazên xanenişîn, bi vî awayî jî tevaya hejmara tûşbûyên ser bi wezareta wan gehişte 340 kesan.

 Ev piştî wê yekê hat, ku duhî, Dûşembîyê, Mark Êsper, wezîrê berevanîya Emerîkayê ragehandibû, derde Koronayê bi awayekê bandora xwe kirîye ku bi şêweyekê, tevya hêzên çekdarên Emerîkayê bikevine di haletê amadebaşîyê de.

Wezîrê berevanîya Emerîkayê dûpat jî kir, pêwîste pişkinîna pizîşkî bo tevaya wan yekeyên serbazî bihête encamdan; ewên yek ji endamên wan nîşana Koronayê jê dîyar dibe.