Lavrov: Pêwîste Emerîka sizayan li ser Îranê helgire

Wezîrê Derve yê Rûsiyê, Sêrgî Lavrov, di peywendîyeka telefonî de, li gel Mehemed Cewad Zerî, hevtayê wî yê Îranî, tekez kir, pêwîste bi sedema kirîza Koronayê Emerîka sizayan li ser Îranê helgire.

K24- Hewlêr

Wezîrê Derve yê Rûsiyê, Sêrgî Lavrov, di peywendîyeka telefonî de, li gel Mehemed Cewad Zerî, hevtayê wî yê Îranî, tekez kir, pêwîste bi sedema kirîza Koronayê Emerîka sizayan li ser Îranê helgire.

Wezareta Derve ya  Rûsiyê di beyannameyekê de ragehandîye, Evro Lavrov bi rêya telefoonê ve, peywendî bi wezîrê derve yê Îranê, Mehemed Cewad Zerîf re kirîye û herdû alîyan behsê hevahengîyê kirine bo rûbirûbûna Vayrosa Koronayê.

Li gor wê beyannameyê, di wê peywendîya telefonî de, Lavrov ragehandîye, Rûsiya bi tekezkirin ve, daxwaz dike, Emerîka sizayên ne mirovanî yên xwe li ser Îranê helgire, ku bûyîne asteng li pêşîya berengarbûna Koronayê li Îranê.