Hejmara tûşbûyên Koronayê li Nîyoyorkê gehişte 15 hezar kesan

Hejmara tûşbûyên Korona ya Nû (KOVID- 19) li Nîyoyork gehişte 15 hezar kesan û serokê şaredarîya wî bajarî, Bêl Dê Pilaso dibêje: Bê artêş em nekarîn rêgirîyê ji belavbûna evî derdî bikîn.

K24- Hewlêr

Hejmara tûşbûyên Korona ya Nû (KOVID- 19) li Nîyoyork gehişte 15 hezar kesan û serokê şaredarîya wî  bajarî, Bêl Dê Pilaso dibêje: Bê artêş em nekarîn rêgirîyê ji belavbûna evî derdî bikîn.

Hevdem fermanrewayê wîlayeta Nîyoyorkê, Endiryo Kûmo di konfiranseka rojnamevanî de, ragehand, heya evro hejmara tûşbûyan li tevaya wê wîlayetê gehiştîye 25 hezar û 665 kesan û 210 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Got jî: Ji evê hejamreyê 14 hezar û 904 kes di nav bajarê Nîyoyorkê de hatine tomarkirin û bi hemberkirin li gel duhî, 2 hezar û 500 haletên din hatine tomarkirin.

Hevdem serokê şaredarîya Nîyoyorkê di dîdarekê de li gel kenala (Foxnews) ragehandîye, di şîyana Artêşa Emerîkayê de heye rêgirîyê ji belavbûna zêdetir a wî derdî bike û bê pişkdarîya artişê em nekarîn rê li pêşîya belavbûna Koronayê bigirîn.