Îtaliya.. di 24 demjimêrên burî de, 743 kesan bi sedema Koronayê canê xwe ji dest dane

Desthelatdarên Îtaliya ragahendin, di dema 24 demjimêrên bûrî de, 743 kesan bi sedema Vayrosa Koronayê li welatê wan canê xwe ji dest dane. Bi vî awayî jî, hejmara mirîyan bi sedema derde Koronayê li wî welatî gehişte 6,820 haletan.

K24- Hewlêr

Aşkera jî kirin, heya niha 69,176 haletên tûnşbûnê bi Vayrosa Koronayê li welatê wan hatine tomarkirin. Ji evê hejmareyê jî, 8326 kes bi temamî çêvebûne.

Her evro jî, Ajansa Royterz belav kiribû, ku di dema 24 demjimêrên burî de, tenê li Herêma Lombardîya li Bakûrê Îtaliya, 400 haletên mirinê bi sedema Vayrosa Koronayê hatin tomarkirin.

Ajansê amaje bi wê yekê jî kirîye, ku ewên li Herêma Lombardîya bi sedema Koronayê canê xwe ji dest dane hejamra wan gehiştîye 4174 kesan.