Vayros li Mîrzayê Ingilistanê Charles jî peyda bû

Hat ragihandin, ku Vayrosa Korona li Mîrzayê Ingilistanê Charles jî peyda bû ye, encamên pişkinînên Vayrosa Korona pozitiv derketin e

K24 – Navenda Nûçeyan

Hat ragihandin, ku Vayrosa Korona li Mîrzayê Ingilistanê Charles jî peyda bû ye, encamên pişkinînên Vayrosa Korona pozitiv derketin e.

Charles kûrê Mîra Ingilistanê Elizabeth e û di cîhgirtina mûrayetiyê de di rêza yekem de ye.

Ligor ragihandinê nexweşiya Korona ligel Mîrza Charles ê 71-salî, ne gelek giran e û rewşa wî ya tendirustî bi awayek giştî baş e.

Lê encamên pişkîninan ên hevjîna Charles, Camilla Parker Bowles negative derketin e ango bo nexweşiya Korona neketiye.

 

 

 

C.B