Sûriye: 3 kesên din tûşî Vayrosa Korona bûn
Wezareta Tenduristiya Sûriyê di daxuyaniyekêde ragehand, ku 3 kesên din li Şam a paytext bi Vayrosa Korona ketin e
K24 – Navenda Nûçeyan
Sê kesên din lin Şamê bi vayrosa Korona ketin e.
Wezareta Tenduristiya Sûriyê di daxuyaniyekêde ragehand, ku 3 kesên din li Şam a paytext bi Vayrosa Korona ketin e û da zanîn, ku ew kes ji heftira derbasbûyî di kerentînê de bûn û piştî pişkinînan derket, ku hilgirê Vayrosa Korona bûn e. Bi yekê hejmara kesên ku bi Korona ketine li Sûriyê gihiştiye 4 kesan.
Ji aliyê xwe ve Rewangeha Sûriye ya Mafên Mirovan ji K24 ragihandibû, ku hejmara kesên li Sûriye bi Vayrosa Korona ketin e, gelek zêdetir e.
C.B