Ispaniya kete pêşîya Çînê ji hejmara mirîyan bi sedema Vayrosa Korona
Hejmara Mirîyan bi sedema Vayrosa Koronayê li Ispaniya gehişte 3,434 kesan, bi vî awayî; ji alîyê hejmara mirîyan ve, ev welat bi pêş Çînê ket, ku tevya hejmara wan kesên bi sedema Vayrosa Koronayê li Çînê canê xwe ji dest dabûn; 3,281 kes bûn.
K24- Hewlêr

Li gor desthelatdarên Ispaniya, di dema 24 demjimêrên burî de, nêzîkî 8,000 haletên nû yên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê li wî welatî hatine tomarkirin, ev di demekê de ye, ku zêdetir ji 700 haletên mirinê jî di wê demê de hatine tomarkirin.
Wezareta Tenduristîya Ispaniya ragehand jî, heya niha li seransarî welatê wan, 47,610 haletên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê hatine tomarkirin. Ji evê hejmareyê jî, 3,166 halet di rewşeka tenduristîya metirsîdar de ne û 5,367 kes jî bi temamî çêvebûn e.
Heya evro 424, 000 kes li Cîhanê tûşî Vayrosa Koronayê bûne, ji evê hejamreyê jî, zêdetir ji 18,000 hezar kesan bi sedema evî derdî canê xwe ji dest dane û zêdetir ji 109,000 kes jî bi temamî çêvebûne.