Li Emerîka hejmara mirîyan bi sedema Koronayê gehişe 727 kesan
Navendên çavdêrîya nexweşîyan û rêgirtinê li teşenekirina wan (CDC) li Emerîka ragehand: Hejmara mirîyan bi sedema Vayrosa Koronayê li Emerîka zêde bû û gehişte 737 haletan, herweha 10 hezar tûşbûyên nû jî hatin tomarkirin.
K24- Hewlêr

Dawî datayên Navendan amaje bi wê yekê dikin, ku hejamra mirîyan li roja dawîyê gehişte 193 haltean.
Herweha 10,270 haletên nû yên tûşbûnên hatin tomarkirin û tevaya hejamra tûşbûyan gehişte 54,453 kesan.
Vayrosa Korona li tevaya 50 wîlayetên Emerîka belav bûye herweha li Waşintun a paytext û girava Poyrtirîko li derya ya Karîbî.