Li Îtaliya 683 haletên mirinê hatin tomarkirin û hejamra qurbanîyan gehişte 7,503 kesan
Evro, Îtaliya ragehand, 683 kesên din, di 24 demjimêrên bûrî de, bi sedema Vayrosa Koronayê mirin e û hejmara giştî gehişte 7,503 kesan.
K24- Hewlêr
Evro, Îtaliya ragehand, 683 kesên din, di 24 demjimêrên bûrî de, bi sedema Vayrosa Koronayê mirin e û hejmara giştî gehişte 7,503 kesan.
Desthelatdarên Îtaliya ragehandin, hejmara tûşbûyan bi Vayrosa Korona li Îtaliya gehişte 74,386 kesan û 9,362 kes jî çevebûne.
Berê jî Ajansa Royterz belavkiribû, ku 296 kes li Herêma Lombardîya ya Îtaliya, di 24 demjimêrên burî de, canê xwe ji dest dane.
Bi wê yekê jî hejamra mirîyan bi sedema Vayrosa Korona li wê Herêmê gehişte 4,474 kesan.