Li Ispaniya.. Korona gehişte seroaktîya wezîran

Hikumeta Ispaniya encama pişkinîna pizîşkî ya Karmîn Kalfo, cêgira serok wezîrên welatê xwe ragehand û tûşbûna navhatî bi vayrosa Koronayê piştrast kir.

K24- Hewlêr

Hikumeta Ispaniya encama  pişkinîna pizîşkî ya Karmîn Kalfo, cêgira serok wezîrên welatê xwe ragehand û tûşbûna navhatî bi vayrosa Koronayê piştrast kir.

Di beyannameyekê de, hikumeta wî welatî ragehand, encama pişkinîna pizîşkî ya Karmîn Kalfo, erênî derketîye û navhatî tûşî Vayrosa Korona bûye.

 Di beyannameyê de amaje hatîye kirin, ku rewşa Tenduristîya Karmîn Kalfo cêgîre û li jêr çavdêrîya pizîşkî ye.

Ev di demkê de ye, duhî pişkinîn bo cêgira serok wezîrên Ispaniya hatibû kirin û encama wê pişkinînê nerênî derketibû, lê piştî dûbarekirina pişkinînê bi mabesta diltenahbûnê, derket navhatî helgira Vayrosa Korona ye.

Karmîn Kalfo ji dayîkbûya sala 1957ê ye û ji sala 2018yê ve posta cêgira serok wezîrên Ispaniya wergirtîye.