Di 24 demjimêrên burî de, 655 kes li Ispaniya bi sedema Koronayê canê xwe ji dest dan
Desthelatadarên Ispaniya ragehandin, di dema 24 demjimêrên burî de, 655 kes bi sedema Vayrosa Koronayê canê xwe ji dest dane û bi vî awayî jî hejmar mirîyan bi sedema derde Koronayê li wî welatê gehişte 4,089 kesan.
K24- Hewlêr

Wezareta Tenduristîya Îspaniya belavkirîye, bi rêjeya %19 mirin bi sedema Vayrosa Korornayê zêde bûye û hejmara tûşbûyên Vayrosa Koronayê li welatê wan gehiştîye 56,188 kesan.
Tenê li Medrîd a paytext 17,166 kes tûşî Vayrosa Koronayê bûne. Serok wezîrê Îspaniya ku hevjîna wî jî tûşî Vayrosê bûye, dibêje: Ev dijwartirîn dema Ispaniya ye û ji cenga navxwe 1936-1939 ve mînaka wê nebûye.