Yekem hikumet li Ewrûpa bi Koronayê kevt
Perlemanatarên Kosovo hikumeta Albîn Kortî, serok wezîrên wî welatî bi piranîya dengan herifandin ji desthelatê dûrxistin. Weha jî hikumeta Kortî bû yekem hikumet li Ewrûpa ku bi sedema rêkarên refrtarkirnê li gel belavbûna Koronayê bikeve.
K24- Hewlêr
Perlemanatarên Kosovo, hikumeta Albîn Kortî, serok wezîrên wî welatî bi piranîya dengan herifandin û ji desthelatê dûrxistin. Weha jî hikumeta Kortî bû, yekem hikumet li Ewrûpa ku bi sedema rêkarên refrtarkirnê li gel belavbûna Koronayê bikeve.
Ji koma 120 endam perlemanan 82 endaman deng bi bawerî lêstandinê dan û 32 endam jî dij bûn û yekî jî deng neda.
Serokê wezîrên wî welatî, berî dûrxistina wî ji desthelatê, runahî xistibû ser biryar û karên hikumeta xwe di dema 50 rojên burî de û amaje bi wê yekê kiribû, ku armanc ji bawerî lêstandinê ew ku hevwelatî bê hikumet bin.
Amaje bi wê yekê jî kir, ku mebest ji herifandina hikumeta wî bi sedema dûrxistina wezîrê navxwe, Ecîm Fîliyo ne bûye ku kesatîyeke navdare di nav Partîya Hevbendîya Demokratî ya Kosovoyê de. Herweha bi sedema sepandina baca %100 li ser berhemên hawirede ji Sirbîya û Bosna û Hersek jî nebûye.
Wezîr navxwe yê wî welatî, ji alîyê serok wezîran ve ji kar hatibû dûrxistin, bi bîyanû ya ku dijî hewêsta serok wezîrane li ne ragehandina rewşa awarte di welat de. Kortî, wezîr navxwe tuhmetbar kiribû bi belavkirina tirs û sehêmê di nav dilên hevwelatîyan de.