Emerîkayê siza bi ser 15 kesatî û 5 alîyan re sepand li Îran û Îraqê

Wezareta Gencîne ya Emerîkayê, evro, Pêncşembîyê, ragehand, Di çarçoveya bernameya jinavbirina terorê de, wê siza bi ser 15 kesatîyan û 5 alîyan re sepandîye li Îran û Îraqê.

K24- Hewlêr

Wezareta Gencîne ya Emerîkayê, evro, Pêncşembîyê, ragehand, Di çarçoveya bernameya jinavbirina terorê de, wê siza bi ser 15 kesatîyan û 5 alîyan re sepandîye li Îran û Îraqê.

Wê Wezaretê di beyaneka xwe de, ew alî û kesatîyên navên di lîsta reş de ye tuhemtbarkirine bi piştîvanîkirina Supayê Pasdarên Îranî û Feyleq Qudis ser bi wê ve û pêşkeşkirina alîkarîyan bi wan komên çekdarên ji alîyê Tehranê ve li Îraqê dihêne piştîvanîkirin, ji wan jî, ketîbeyên Hizbullah û Esayîb Ehuliheq.

 Di beyanê de hatîye jî, ew kasayetî û alîyên hanê, destên wan hene li gehandina çekan bo Îraq û Yemenê û firoştina petrola Îranê bi hikumeta Sûriyê, tevî hebûna sizayên Emerîkayê.

Hwereha wezîrê Gencîneya Emerîkayê, Stîvin Miuçin, Îran berpirsyar kir ji bikarhîna toreka kompanyayan bo alkarîkirin û paredanê bi komên terorist li wê navçeyê  û li ser kîsê pêdawîstîyên serkeyên gelê xwe.

Ev sizayên hanê, saman û sermaye yên kesên di lîsta reş de ne li Emerîka di qerisîne û qedexe dike Emerîkî pê re têkelîyan bikin.

 

Çavkanî. Royterz