Çîn amade ye alîkarîya Emerîka bike bo kontirolkirina Koronayê
Serokê Çînê, Şî Cîn Bîng di peywendîyeke telefonî de li gel Donald Tiramp, serokê Emerîka ragehand, Çîn amadeye haevkarîyê pêşkeşî Emerîkayê bike bo kontirolkirina Koronayê û hêvî jî xwazt ku Waşintun kar bike bo başkirina peywendîyan di navebera herdû welatan de.
K24- Hewlêr

Televizyona fermî ya Çînê got, serokê Çînê di wê peywendîya telefonî de, ku evro, Heyînîyê hate encamdan, tekez kirîye, peywendîyên Çînê û Emerîka di werçerxandinke giring de ye.
Herweha serokê Çînê got: Hêvîdarîn Emerîka rêkarên babetyane bigere ber bo başkirin peywendîyên Çînê û Emerîka.
Herweha ŞÎ Cîn Bînge, hêvî xwazt Emerîka rêkarên piraktîkî û bi bandor bigre ber bo paraztina canê hevwelatîyên Çînî di nav Emerîka de.