Emerîka: Divê Çîn berpirsyarîyê bixe di stûyê xwe de
Wezareta Derve ya Emerîkayê rexne li Çînê girt û ragehand, pêwîste Çîn berpirsyarîya taybet li beranber belavbûna Koronayê li Cîhanê bixe di stûyê xwe de û erkê wê ye alîkarîya welatên din bike.
K24- Hewlêr
Wezareta Derve ya Emerîkayê rexne li Çînê girt û ragehand, pêwîste Çîn berpirsyarîya taybet li beranber belavbûna Koronayê li Cîhanê bixe di stûyê xwe de û erkê wê ye alîkarîya welatên din bike.
Wezareta Derve ya Emerîkayê ragehandîye jî, Divê Çîn berpirsyarîya veşartina zanyarîyan derbarê serheldana Vayrosa Koronayê li bajarê Wihan bixe di stûyê xwe de.
Ceymis Rîçarson, rêveberê kargêrîya çavkanîyan di wezareta Derveya Emerîkayê derbarê vê yekê got: Bi sadeyî em dibêjîn, divê Partîya Komonîsta Çînê berpirsayarîyê bixe di stûyê xwe de û bi ti mercan harîkarîya welatên cîhanê bike.