Elmaniya.. Hejamara tûşbûyan bi Vayrosa Koronayê 42 hezar kes derbaz kir

Amarên Peymangeha Robêrt Kox bo Nexwşîyên guhazok li Elmaniya, evro Heyînîyê aşkera kir, ku hejmara tûşbûyan bi Vayrosa Koronayê li wî welatî gehiştî ye 42,288 kesan û 253 haletên mirinê jî hatine tomarkirin.

K24- Hewlêr

Amaran xuya jî kirine, ku hejmar tûşbûyan beranber bi rojarê berê, 5,780 halet zêde bûne û hejmara mirîyan 55 halet bûn e.

Niha Elmaniya, piştî Îtaliya û Ispaniya di rêzbenda sêyem de ye, ji wan welatên Ewrûpa yên herî zêde zîyanmend bi Vayrosa Koronayê ji alîyê hejamra tûşbûyan bi wê Vayrosê.

Desthelatdarên Herîma Bavarîya ku mezintirîn Herêma Elmaniya ye, di vê dawîyê rewşa awarate dasepand wek hewlekê bo rêgirtinî ji teşenekirina derde Koronayê.