Perlemantarekê Elmaniya: Emerîka Elmaniya Dagîr kirîye û çekên xwe yên navokî li wir paraztîye
Perlemantarê Elmaniya, Faldîmar Gêrdit, endamê Komîte ya Nêvdewletî di Bondstagê de ragehand, sedema hebûna çakên navokî yên Emerîkayê li ser axa Elmanîya; ewe ku welatê wî ji şerê cîhanîya dûyem ve ji alîyê artêşa Emerîkayê ve hatîye dagîrkirin.
K24- Hewlêr
Perlemantarê Elmaniya, Faldîmar Gêrdit, endamê Komîte ya Nêvdewletî di Bondstagê de ragehand, sedema hebûna çakên navokî yên Emerîkayê li ser axa Elmanîya; ewe ku welatê wî ji şerê cîhanîya dûyem ve ji alîyê artêşa Emerîkayê ve hatîye dagîrkirin.
Şeva burî, di hevpeyvînekê de li gel kenal televizyonîya 360, Gêrdit got: Çekên navokîyên Emerîkayê nehatine rakirin, çunku bi rastî Elmaniya hêj welatekê dagîr kirîye ji alîyê Emerîkayê ve, Emerîka jî helwêstên xwe çawa bo xwe bi baş dibînin; weha bikar dihîne.
Li gor gotinên wî perlemantarê Elmaniya: Berlînê hewil da xudahafîzîyê li serbazên Emerîka bike, lê piştî sê mehan ji name veguhartinê, bersiv weha hat: Divê hebûna hêzên Emerîkayê li Elmaniya wek karekî dostane ya bawerî û hevakrîyê bihête temaşakirin.
Gêrdit xuya jî kir, niha ti hêzek ji ti cihên cîhanê navekişin. Cîhan li ser lêvara dûbare dabeşkirina hêz û desthelatê ye, lew destberdana Emerîka ji Elmaniya karekê ne kevewarîye û divê em hêvî bikîn ku ew hêzên hanê her li cihên xwe bimînîn di nav wan bingeh û serbazgehan de û ne livin.
Tekez jî kir, kes naxwaze weha û bi vî awayî dest ji Ewrûpa berde, lew hemû dixwazin berjewendîyên sîyasî yên xwe, di kopîteka belavbûnba Vayrosa koronayê de jî, her biparêzin .
Li dawî ya sala 2019 serokê partîya Çep di Bundstagê de, Dîtmar Bariş got: Divê Emerîka çekên xwe yên navokî ji axa Elamaniya vekişîne.
Li gor mêdyayan, Emerîkayê 150 yeke ji çekên navokî yên taktîkî li Ewrûpa hêlane, li Belcîka, Elmaniya , Îtaliya û Holenda.