Boris Johnson bi Vayrosa Korona ket

Serokwezîrê Ingilistanê Boris Johnson bo Vayrosa Korona ket

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Ingilistanê Boris Johnson bo Vayrosa Korona ket.

Johnson liser account a xwe ya twitter daxuyaniyek ragihand, ku di 24 demjimêrên dawî de pirsgîrekên tendirustî yên lawaz hebû ye, piştî pişkinînan derkeftiye ku bi Vayrosa Korona (Covid -19) ketiye.

Serokwezîrê Ingilistanê diyarkir, ku xwe xistiye bin karantina de û dê bi rêya konferansên vidyoyî karên xwe bike. Herweha got: “Em dê bi hevûdu re serbikevin”.

 

 

C.B