Baz Begarî: Sistema tendirustî ya Fransa liber Vayrosa Korona lawaz ma
Rojnamevan Baz Begarî ji K24 re anî ziman, ku: “Desthilata Fransa rêgiriyên Vayrosa Korona dereng xiste pratikê de, vê yekê jî encamên gelek xerab bi xwe re anî....
K24 – Navenda Nûçeyan
Fransa, ku yek ji welatên di ware sistema tendirustî de herî pêş tê liqelem dan, di rewşa Vayrosa Korona de di bin metirsiyê de ye.
Rojnamevan Baz Begarî ji K24 re anî ziman, ku: “Desthilata Fransa rêgiriyên Vayrosa Korona dereng xiste pratikê de, vê yekê jî encamên gelek xerab bi xwe re anî. Balkêş e, ku li tevayiya Ewrûpa jî, desthilat nêzîkahiyek pêwîst nîşan nedan û diyar dikirin, ku ev nexweşî dê weha zû û metirsîdar belav nebe. Tecgera xelkê wekî berê dewam dikir, geştyarî dom dikir, civîn, şahî, kombûn, konser dom dikirin… Vayrosa Korona jî zû û berfereh belav bû. Sistema tendirustî li Ewrûpa bêbandor ma”.
Ligor rojnamevan Begarî, herweha hejmara welatiyên bitemen li Ewrûpa jî, r9olek xwe ya berbiçav heye. Welatiyên bitemen li Ewrûpa gelek in û ev yek, weha dike ku hejmara tûşbûyan zêde dibe. Lê, rewş bi giştî jî metirsîdar dibe. Niha genc jî bi nexweşiyê dikevin û keçek 16salî jî jiyana jidest da. Hukimeta Fransa dixwaze alîkariyê ji Almanya bigre û derketina derve tê qedexe kirin. Bi vî awayî tê xwestin, ku pêşiya Korona bê girtin”.
Baz Begarî destnîşankir, ku: “Xelkê Fransayê pabendî rênimayan e. Ev dikare encamên baş bide. Nexweşxane jî pêşwaziya her nexweşek nakin, ku ne nexweşek dijwar be”