Li Ispaniya 769 kesên din canê xwe ji dest dan
Hikumeta Ispaniya ragehand, evro Heyînîyê 769 kesên din bi sedema Koronayê canê xwe ji dest dane.
K24- Hewlêr
Hikumeta Ispaniya ragehand, evro Heyînîyê 769 kesên din bi sedema Koronayê canê xwe ji dest dane.
Amara haletên can ji destdanê bi sedema Vayrosa Korona li Ispaniya gehişte 4,858 kesan.
Wezareta Tenduristîya Ispaniya ragehand jî, hejmara tûşbûyên Vayrosa Koronayê gehişte 64,059 kesan, di dekê de duhî, 56,188 halet hatibûn tomarkirin.