Wezîrê Tenduristîya Birîtaniya tûşî Vayrosa Korona bû
Mat Hankok, wezîrê Tenduristîya Birîtaniya tûşî Vayrosa Koronayê bû.
K24- Hewlêr
Mat Hankok, wezîrê Tenduristîya Birîtaniya ragehand, ku tûşî Vayrosa Korona ya nû bûye û niha di korentîneyê de ye.
Hankok di Tiwîtekê de li ser hajmarteya taybetî ya xwe di tora civakî ya Tiwîterê de nivîsîye, encama pişkinîna wî erênî bûye û derketîye helgirê Vayrosa Korona ye.
Herweha gotîye, ji dest hinek nişanên sivikên Vayerosê dinale û niha xwe di mal de korentîne kirîye.