Li Îtalya zêdetir ji 90 hezarî bi Korona dikevin
Li Îtalya hejmara mirina bi vîrusa Korona zêde dibe, tenê di 24 demjimêrên bûrî de 889 kesan canê xwe jidest dan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Îtalya hejmara mirina bi vîrusa Korona zêde dibe, tenê di 24 demjimêrên bûrî de 889 kesan canê xwe jidest dan.
Li gor dawî amarên li Îtalya hatine tomarkirin, hejmara giştî ya kesên bi vîrusa Korona ketine li wî welatî hatine tomarkirin gihîşt 92 hezar 472 kesan û 10 hezar û 23 kesan canê xwe jidest dane.
Li ser asta cîhanê jî pêketin û mirina bi vîrusa Koronaya Nû COVID-19 zêde dibe, li gor dawî amaran heta niha 641 hezar kes bi wê vîrusê ketine û 29 hezar û 900 kesî jî canê xwe jidest dane.
S. B